Du dezgehên ragihandinê yên Amerîkî dibêjin ku welatîyekî Amerîkî yê ku berî dora heft salan li Îranê winda bûbû, operasyonek jibo Ajansa Îstixbaratên Navendî (CIA) dikir.
Associated Press û Washington Post dibêjin ku karmendê FBI yê xaneşîn Robert Levinson agahî jibo komeke şirovekarên CIA re dide hev, bêyî ku wan destûr hebe operasyonên ji derve bikin.
Levinson li Adara 2007ê li dema serdana girava Kish ya Îranî winda bû. Malbata wî û karbidestên hikûmeta Amerîkî serdana wî wekî geşteke kar binav kirine.
Koçka Spî roja Înîyê got ku Serok Barack Obama pirsa cih û halê Levinson ji Serokê Îranê Hesen Rûhanî kiribû, dema ku herdu rêber li Êlûna bûrî bi rîya telefonê peywendî bihevre kiribûn. Lê belê, berdevkê Koçka Spî Jay Carney got ku agahîyên di destên Amerîka de ji raporteke sala 2011ê dibêje ku Levinson “li cihekî li başûr rojavaya Asyayê girtî ye.”
Carney got ku Levinson ne karmendê hikûmeta Amerîkî bû dema ku winda bû, lê red kir ti agahîyan bide derbarê nûçeyên dibêjin ku wî ligel CIA kar dikir.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkî Marie Harf dibêje ku Amerîka pirsa Levinson çend caran anîye rojevê.
Parêzerê Îranî yê malbata Levinson, Mihemed Agasî ji Beşê Farisî yê Dengê Amerîka re roja Înîyê got ku danûstandinên qanûnî ligel hikûmeta Îranê li ser wê bingehê bûn ku Levinson jibo karûbarên xwe yên taybet derbasî Îranî bûbû. Wî got, karbidestên Îranî yekcar jê re negotine ku Levinson sîxor bû.