Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reşîdî Derbarê Girtina Heft Kurdên Îranê li Hewlêrê Dipeyive


Jibo protestokirina darvekirina hejmareke Kurdan li Îranê, xwepêşandanek meha bihurî li parkeke paytexta Herêma Kurdistana Îraqê hate kirin.

Piştî wê xwepêşandanê, li roja 8'ê meha 11, hejmareke kesan êrîşa konsulxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê kirin. Piştî wê bûyerê, heft çalakvanên siyasî yên Kurdistana Îranê ji layê hêzên asayişê ve hatine binçavkirin û heta îro jî hatîne giritn.

Rojnamevan û şirovekarê siyasî Rehîmî Reşîdî li Washington dibêje ku êrîşkirine ser konsulxaneya her welatekî karekî ne qanûnî ye. Wî got çênabe em bêjîn ku êrîşa li dijî konsulxaneya Îranê karekî baş e.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Reşîdî got ku “em dixwazin ku ev çalakvan bihêne azadkirin yan jî bihêne dadgehkirin, lê belê nabe ku bêy biryara dadgehê her di zîndanê de bimînin.”

Birêz Reşîdî herwiha dibêje ku hindek kes û alî bizavê dikin ku pirsa girtina çalakvanan jibo berjewendiya xwe bikar bînin û êrîşa neyarên xwe bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:12:37 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG