Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdaran Hemû Endamên Malbateke Îraqî Kuştin


Di êrîşeke çekdarî de li bakura Bexdayê, hemû endamên malbata karmendekî hikûmeta Îraqê hatine kuştin.

Karbidest dibêjin, hejmareke çekdaran roja Yekşemê êrîşa mala karmendekî Wezareta Tendurustî ya Îraqê li bajarokê Sediyeh kir.

Êrîşberan bi çekên bêdeng, ew karmend, hevjîna wî, du kurên wî û keça 10-salî ya wî di xew de kuştin.

Li bakura Îraqê jî çekdaran rojnamevaneke jin kuşt, ku jibo kenaleke televizyonî ya xwecihî kar dikir.

Karbidest dibêjin, Newres El Nueymî şeva Yekşemê li nêzîkî mala xwe li bajarê Musil hate kuştin.
XS
SM
MD
LG