Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên Esed Taxên Helebê Bombebaran Dikin


Bizavkar li Sûriyê dibêjin ku balafirên ser bi rejîma Beşar El Esed jibo roja çarê li ser yek, taxên bajarê Helebê, yên bin kontrola serhildayan, bombebaran dikin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan, bingeh li Brîtanyayê, ragihand ku balafirên leşkerî yên rejîmê îro Çarşemê êrîşên esmanî kirine ser rêk û taxên rojhilata Helebê.

Bi sedema çar rojên êrîşên esmanî, pitir ji 100 kes li wî bajarî hatîne kuştin.

Çalakvan dibêjin ku Esed bizavê dike bajarê Helebê bi tevahî li bin destê serhildayan der bixe, pêş konferansa plankirî ya taybet bi aştîya Sûriyê.

Biryar e ew konferans bi beşdarîya nûnerên rejîm û opozîsyona Sûriyê li meha tê li Swîsre birêve biçe.
XS
SM
MD
LG