Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nexweşxaneya Helebê ji Layê Serhildyan ve Hate Kontrol Kirin


Şervanekî opozisyona Sûrî li derdora nexweşxaneya Kindî.
Çalakvanên Sûrî dibêjin, tevî çend rojan ji bombebarankirinê li deverên li jêr destên opozisyonê li bajarê Helebê, serhildayan karîbûn destên xwe deyînin ser nexweşxaneyeke stratejîk li wî bajarî.

Du çalakvan ji Navenda Medyaya Helebê û Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov dibêjin ku serhildayan roja Înîyê nexweşxane kontrol kirin.

Çalakvanê bi navê Ebû el Hesen Marea ku li Helebê dimîne, dibêje ku di nav serhildayên destên xwe danîn ser avahîya nexweşxaneya Kindî de komên Îslamî û yên girêdayî el Qayîde cih digirin.

Nexweşxaneya Kindî nêzîkî zindana Helebê ya navîn e, ya ku ev bûye çend meh serhilda hewil didin bi dest xwe ve bînin da ku hevalên xwe azad bikin.

Hemdem, ev bûye heft roj ku firokên şer yên hikûmetê bi bombeyên bermîlî deverên opozisyonê li Helebê bombebaran dike.
XS
SM
MD
LG