Lînkên eksesibilîtî

Serokê Berê Carter: Hilbijartin Krîza Sûriyê Çareser Dike


Jimmy Carter
Serokê berê yê Amerîkayê Jimmy Carter dibêje, dibe ku konferansa taybet bi aştiya Sûriyê serkeftî nebe.

Birêz Carter dibêje ku sedema sernekeftina konferansa aştiyê, ji ragihandina şer û mercên pêşwext e ji layê rejîm û opozisyona Sûrî ve.

Di gotarekê de ku li rojnameya Washington Post hate belavkirin, Birêz Carter dibêje ku baştirîn rêk jibo bi dawî anîna şerê Sûriyê encamdana hilbijartinê ye bi çavdêriya civaka navneteweyî û bi zêrevaniya aştîparêzên navneteweyî.

Biryar e ku konferansa aştiyê di destpêka sala 2014’ê li Jinêvayê birêve biçe.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG