Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Krîza Sudana Başûr, Amerîka Hêza Marînz Dişîne Afrîkayê


Hikûmeta Amerîkî 150 Marînz hinarte Cîbûtî, wek amadekarî jibo mudaxeleyê li Sudana Başûr eger pêdivî be.

Komanda Afrîkayê ya Artêşa Amerîkayê (AFRICOM) roja Sêşemê raighand ku endamên hêza Marînz li bingehekê leşkerî li Spanyayê bo Cîbûtî hatin veguhastin.

AFRICOM ragihand ku ev cara yekemîn e ku Amerîka hêza erdî ya Marînz bişîne Afrîkayê jibo piştgiriya operasyoneke din.

Amerîkayê li heftiya bihurî 45 leşker hinartine Sudana Başûr bo parastina welatî û balyozxaneya Amerîkî li wî welatî.

Roja Şembî çar leşkerên Amerîkî birîndar bûn dema çekdaran teqe li helîkoptera wan kir.

Neteweyên Yekbûyî radigihîne ku bi sedema heftiyeke tundûtûjiyan li Sudana Başûr, bi sedan kes hatîne kuştin û bikêmî ve 80,000 kes bûne penaber.
XS
SM
MD
LG