Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewropa ji Hikûmeta Tirkîyê Ne Razî Ye


Yekîtîya Ewropayê xemên xwe derbarê pirsgirêka gendelîyê li Tirkîyê derbirîn kir û bang li serokwezîr Erdogan û hikûmeta wî kir ku vê pirsgirêkê “bi hawayekî zelal û bêalî” çareser bikin.

Daxuyanîya YE hat li dema ku opozisyon rexne li hikûmetê kir ku wê hewil dida vekolîna gendelîyê bi rîya derkirina karbidestên polîs têk bibe. Hikûmetê herwiha qanûnên pêkanîna vekolînan guhert, lê biryar ji alîyê dadgeheke bilind ya Tirkîyê hate hilanîn.

Komisyonerê Berfirehkirina Yekîtîya Ewropayê Stefan Fuele bixêrhatina biryara dadgehê kir û got ku guhertina qanûnan hêza sîstema dadmenîyê li Tirkîyê kêm dike.

Wezîrê Derve yê Swedê Carl Bildt roja Şemîyê li ser malpera xwe ya Twitter bang li Tirkîyê kir ku vegere bo reformên demokratîk, ewên ku Ewropa piştgirîya wan dide.

Serokwezîrê Tirk Erdogan dibêje ku vekolîn beşek ji planekê ye ku mebesta wê roxandina hikûmeta wî ye.
XS
SM
MD
LG