Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîkîyên li Lîbya Girtî Hatin Berdan


Wezareta Derve ya Amerîka dibêje, çar kesayetîyên leşkerî yên Amerîka ku roja Înîyê bi demeke kurt ji alîyê hikûmeta Lîbyayê hatibûn girtin, hatine azadkirin.

Berdevka Wezareta Derve Jen Psaki got, her çar kes beşdarî hewildanên amadekarîya ewlekarî dibûn dema ku li nêzîk devera Sabratha hatibûn girtin. Sabratha bi kavilên xwe yên dema Romanî tê zanîn.

Psakî nûçeya binçavkirina wan Amerîkîyan çend demjimêran li pêş ragihandibû.

Wê derengî Înîyê got ku Wezareta Derve “hîn hewil dide rastîyên bûyerê piştrast bike.”
Berdevka Wezareta Derve herwiha got ku Amerîka nirxê li peywendîya xwe ligel “Lîbya ya nû” digire û piştgirîyê dide “veguhestina demokratîk ya dîrokî li Lîbyayê.”

Raporteke rojnameya New York Times gotibû ku wan çar karbidestên leşkerî rêkên valakirina diplomatan didan ber çavan dema ku ew hatibûn girtin.

Ji dema ku hikûmeta Muamer Qadafî di sala 2011'ê de ji desthilatê hatiye avêtin, Amerîkîyên li Lîbya hinek caran bûne aramanc.

Li derengî sala 2012'ê, mîlîtanên Îslamî êrîşî konsulxaneya Amerîkî li Bengazî kiribûn û di encama wê de balyozê Amerîkî li Lîbya û sê Amerîkîyên din hatibûn kuştin.
XS
SM
MD
LG