Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gemîyên Veguhestina Çekên Kîmyawî yên Sûrî Amade Ne


Gemîyên Danîmarkî û Norwêcî yên hevbeş xwe amade dikin jibo çekên kîmyawî yên Sûrîyê ji welatê ku şer lê diqewime derxînin.

Berdevkê gemîyan Eystein Malkenes Kvarving roja Yekşemê got ku hemû alavên pêwîst jibo derxistina madeyên kîmyawî li nav gemîyan peyda dibin.

Gemîyên barkirinê û gemîyên şer yên ligel wan nuha li bêndera Limassol ya Qibrisê ne û li hêvîya gotinekê ne jibo ku berê xwe bidin Sûrîyê û dest bi veguhestina bêtirî 1000 ton ajanên kîmyawî bikin.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî û Neteweyên Yekbûyî roja Şemîyê gotin ku dema destnîşankirî ya 31ê Dîsemberê jibo hilanîna çekên kîmyawî ne pêkane ye di wext de were.

Kvarving got, diyar e ewê gemî bêtirî carekê herin Sûrîyê jibo kemû kîmyawîyan bar bikin.
XS
SM
MD
LG