Lînkên eksesibilîtî

Jineke Xwekuj Dibe Sedema Kuştina 13 Kesan li Rûsyayê


Desthilatdaran li başûrê Rûsya dibêjin, êrîşbireke jin xwe li rawestgeheke trênê li bajarê Volgograd teqand û bi kêmî 13 kuştî û bi dehan birîndar li dû xwe hişt.

Karbidest dibêjin, dibe ku jimara qurbanîyan were guhertin li dema bûyer pêş dikevin.

Raportên medyayê dibêjin ku teqîn li hundir rawestgehê li demjimêrên pêşî yên roja Yekşemê pêk hat.

Êrîşa kujer tê tenê çend hefteyan berî Olemyadên Zivistanê, yên ku li bajarê Sochi yê Deryaya Reş pêk tên.

Vladimir Markin, berdevkê Komîteya Niştimanî ya Dijî Terorê jî jimara qurbanîyan heta nuha piştrast kir.

Li 21ê meha 10ê jî êrîşbireke jin ya xwekuj xwe li bajarê Volgograd teqandibû û 21 kes kuştibû û dora 30 birîndar kiribû.

Volgograd li nêzîk herêma Bakurê Qavqazîya dikeve.
XS
SM
MD
LG