Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Libnanî Mihemed Şeteh Binax Dikin


Kurê Mihemed Şeteh li ber tabûta bavê xwe ye.
Kurê Mihemed Şeteh li ber tabûta bavê xwe ye.
Bi sedan behîdarên ku sloganên dijî Hizbullah bang dikirin, wezîrê berê yê Libnanê Mihemed Şeteh do Yekşemê binax kirin, du rojan piştî ku bi teqîna trimbêlekê hate kuştin.

Şeteh siyasetvanekî Sunî bû û rexnegirekî navdar yê Hizbullah û Serokê Sûrî Beşar Esed bû.

Şeteh li rex gora serokwezîrê berê Refîq Herîrî hate binax kirin. Herîrî sala 2005'ê di teqînekê de hatibû kuştin. Cihê teqîna wî çend gavan dûrî cihê êrîşa li dijî Mihemed Şeteh bû.

Serokwezîrê berê yê Libnanê Fuad Senyora pesnê Şeteh wekî kesayetîyeke naverast da û soz da ku karekî aştîyane da ku “Libnan ji dagerkirina bi çekan were azadkirin.”

Heta nuha ti alî berpirsîya êrîşa roja Înîyê nexistiye stûyê xwe. Di encama êrîşê de şeş kesên din ligel Şeteh hatin kuştin.

Her li roja Yekşemê, Serokê Libnanî Mişêl Silêman got ku Erebistana Saudî soz daye sê milyar dolar wekî alîkarî pêşkêşî artêşa Libnanê bike.

Di gotarekê de ku li seranserê welêt hate weşandin, birêz Silêman got ku ev alîkarîya Saudîyê dê rê bide Libnanê ku çekan ji Fransayê bikire.

Artêşa Libnanê di ber xwe de dide li hember tundûtûjîya şerê navxweyî yê Sûrî ji sînor derbasî nav axa Libnanê nebe.
XS
SM
MD
LG