Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Navbera Hêzên Hikûmeta Îraqî û Çekdarên Eşîretên Anbar de Pevçûn


Li şer û lêkdanên navbera hêzên hikûmeta Îraqê û çekdaran li parêzgeha Anbar li rojava welatî bi kêmî ve 5 kes hatin kuştin û 5 kesên din birîndar bûn.

Herweha li êrîşên hatîne kirin ser hêzên hikûmetê li bajarên Ramadî û Feluce 5 serbaz û polîs birîndar bûn.

Li şerê ku şeva Duşembî li Ramadî hat kirin rojnamevanek hat kuştin, û bi vî awayî jimara rojnamevanên ku sala 2013 li Îraqê hatin kuştin gehişte 11 rojnamevanan.

Bi alîyek din, nûnerê Neteweyên Yêkgirtî bo Îraqê Nikolay Mladenov ji herdu alîyên şerî xwest ku şerî ragirin û pêgirtinê bi wan rêkeftinan biken ku berî niha navbera nûnerên hikûmetê û eşîretên Anbar hatibûn kirin. Herweha got, boyerên li Anbar diqewmin cihê nigeraniyî ne.

Hêjayî gotinê ye ku roja Duşembî ku hêzên hikûmetê bizav kir ku dawî bi girevgirtina bajarê Ramadî bîne, şer û pevçûn qewmî û di encamê de 44 endamên parlemanê Îraqê ji lîsta El Mutehîdun Lilîslah biryar dan ku dest ji karê xwe bikşînin.

Li heman dem cêgirê Serokwezîrê Îraqê Salih el Mutlag nerazîbûna xwe diyar kir beramber karê hikûmetê û ji endamên hikûmet û parlemanî xwest ku dest ji karê xwe bikşînin.
XS
SM
MD
LG