Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sersala Nû, Sala 2014 Pîroz Be


Herêma Oqyanosa Pasîfîk her ji niha dest bi şahiyên sala nû sala 2014ê kirye.

Li Sydney, Awistralya, du milyon kes wek her sal li devera Harbor xirvebûn û agirbazî hatin kirin.

Çend demjimêran berî Awistralyayê, şahiyên sersala nû li Auckland, New Zealanda hatin gêran û esmanê wî bajarî bi agirbazîyan geş bû.

Li Japonê, li perstgehên Buddhistan nivêj û dua hatin kirin.

Çaverê tê kirin ku li bajarên mezin li seranserî cîhanê, wek Mosko, London, û New York şahiyên sersala nû bên gêran. Li bajarê New York çaverê tê kirin ku yêk milyon kes li meydana Times Square kom bibin da binêrne goga mezin nîva şevê bê xwarê.

Li Cape Town, Afrîka Başûr, li şahiyên sersala nû xelk dê bi kol û kovanan bîrhatina rêberê xwe Nelson Mandela bikin, yê ku li 5ê meha 12 sala 2013 wefat kir.
XS
SM
MD
LG