Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Ewlehîya Îraqê Wathiq al-Batat Girt


Peyvdarê Wezareta Navxwe ya Îraqê , Saad Maan Ibrahim roja Pêncşembî gote Ajansa Associated Press ku Wathiq al-Batat, rêberê komela ku bi Leşkerê Muxtar tê nasîn roja Çarşembî in Bexda hat girtin.

Al-Batat par ew komela çekdar ya ser bi Îranê damezrand bo parastina Şîa ji êrîşên tundrêyên Sunnî li wî welatî. Berî danana wê komelê, ew rêberekê komela Hizbolla ya Îraqê bu ya ku çi peywendî nîne digel Hîzbollaya Libnanê.

Al-Batat çend caran berpirsyarya êrîşên ku li ser kempên Mucahidînê Xelq li Îraqê hitbûn kirin bi stuyê xwe ve girtibû. Herweha li meha yazda ya par, berpirsyarya xwe bo havêtina şeş gole topan bo deverka li ser tixûbê Erebistana Siûdî û Kuwêtê ragehand ku li gor gotina wî wek tolestandinekê bu li dijî fetwayên melayên Siûdî yên ku kuştina Şîa helal diken.
XS
SM
MD
LG