Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Amerîka li Ramallah ye


John Kerry Wezîrê Derve yê Amerîka berdewme li ser danûstandinanên xwe digel rêberên Îsraîlê û Desthilatdariya Felestînî ku hîvîdare bilez li ser çarçova rêkeftineka aştîyê rêkbikevin.

Wezîrê Derve îro digel Serokê Felestînî Mahmoud Abbas li bajarê Ramallah li Kenara Rojava kom bu. Bi sedan xwepêşander berî seredana Wezîrê Derve yê Amerîka li dijî danûstandinên aştîyê xwepêşandan kir ku bi taktîkeke gîrobuyî dane nasîn.

Her îro, Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry digel Wezîrê Derve yê Îsraîlê Avigdor Lieberman kom bu.
XS
SM
MD
LG