Serokê demkî yê Misirê roja Yekşemê serdana Katedraya St. Mark ya Krîstyanên Ortodoks li navenda Qahîre ya paytext kir.
Serdana sembolîk ya ji alîyê birêz Edlî Mensûr bo Papayê Quptîyan Tawadros berî Krismisa Quptîyan hate kirin. Krismisa Quptîyan dikeve roja Sêşemê.
Krîstyanên Misirê dora 10 ji sedî ji rêjeya rûniştvanên welêt yên 90 milyon pêk tînin.
Piranîya wan endamên kenîseya Ortodoks in. Quptî li Misirê ji mêj ve gazinên cudakirinê ji alîyê piranîya Misilman li welêt dikin.
Serokê derkirî yê Îslamî, Mihemed Mursî çend rojan berî derkirina xwe gotareke giştî dabû û tê de rexne li rêberên olî yên Quptîyan kiribû. Mursî gotibû ku Krîstyan zêde tirsa ji desthilatdarîya Îslamî li Misirê nîşan didin.
Papa Tawadros bi awayekî vekirî piştgirîya derbeya leşkerî ya 3ê Tîrmehê kir, ku tê de serokê Îslamî Mursî ji serokatîyê hate avêtin.