Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavkar: Cudahî li Navbera Rejîma Sûrî û DAIŞ’ê Nîne


Li Stenbolê bizavkarên mafê mirovan yên welatîyên Sûrîyê, li dijî girtin, revandin û kuştina bizavkar û rojnamevanan li Sûrîyê, roja Şemîyê êvarê çalakîyeke protestoyî lidar xistin.

Bizavkarên Sûrîyê xwestin, bi sed hezaran kesên ji alîyê rejîmê û Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê (DAIŞ) ve hatine girtin werin azad kirin û rûmeta azadîya gelê Sûrîyê radestî wan bikin.

Penaberên Sûrîyê dane xuya kirin, di maweya şerê navxweyî yê sê salan de hem hêzên rejîmê hem jî DAIŞ mafê mirovan binpê dikin, yên ku ne ji wan in direvînin û dikujin.
Nivîskar û bizavkarê mafê mirovan Yasîn El Hac Salih, li dema vê protestoyê ji Dengê Amerîka re dîyar dike, bi taybet li demên dawî êrîşên DAIŞ’ê li ser gelê Sûrîyê zêde bûne.

Ew derbarê rojnamevan û nivîskarên hatine revandin agahî dide û wiha dipeyive: "Dewleta Îslamî di rêya rejîma Esed de diçe. Em ti cudahîyê di navbera rejîmê û IŞID’ê de nabînin. Sûc sûc e û herdu jî vê tawanê dikin."

Bizavkar Salih dîyar dike, rejîm û DAIŞ bi kiryarên xwe dixwazin şoreşa gelê Sûrîyê ya jibo azadî, wekhevî û edaletê têk bibin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:33 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG