Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan 350 Polîsan ji Postên Xwe Dûr Dixe


Recep Tayyip Erdogan
Recep Tayyip Erdogan
Serokwezîrê Tirkiyê Recfep Tayyip Erdogan biryar da ku 350 polîsan ji postên xwe li paytextê dûr bixe, di demekê de ku şermezariya gendelî li Tirkiyê berdewam e.

Ajansa Anadolu ya nûçeyan roja Sêşemê ragihand ku berpirsên hêzên polîsê Enqereyê jî ji postên xwe hatin dûrxisitn.

Li gorî raportan, ew polîs jibo postên derveyî paytextê yan birêveberiya trafîkê hatîne veguhastin.

Ev biryar di demekê de ye ku Serokwezîr Erdogan bizavê dike bandora lêkolîna li ser gendelî û bertîlê sînordar bike.

Erdogan dibêje ku armanca wê lekolînê hilweşandina hikûmeta wî ye.

Li meha bihurî, sê wezîrên Tirkiyê dest ji postên xwe berdan, piştî kurên wan bi tawana gendelî hatin binçavkirin.
XS
SM
MD
LG