Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tibaba Yekem ji Çekên Kîmyawî yên Sûrî ji Welêt Tê Derxistin


Sagrid Kaag, kordanîtora taybet bo hilanîna çekên kîmyawî yên Sûrî.
Sagrid Kaag, kordanîtora taybet bo hilanîna çekên kîmyawî yên Sûrî.
Kordînatora taybet yê navneteweyî ku çavdêrîya hilanîna çekên kîmyawî yên Sûrî dike, roja Çarşemê got ku ev neewlekarîyê, ew hêvî dike ku heta dawîya meha şeşan karê xwe bidawî bîne.

Di civîneke girtî de, Sigrid Kaag ligel Civata Ewlekarîya NY rûnişt da ku li ser pêşketina karê li Sûrîyê, zehmetîyên logistîk û ewlekarîyê axivî.

Wê ew raport piştrast kirin ku tibaba yekê ji materyalên kîmyawî roja Sêşemê li bêndera bajarê Laziqiyê hate barkirin bo keştîyeke Danîmarîkî da ku ji derveyî Sûrîyê were têkbirin.

Tîma hevbeş ya NY û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî rastî gelek zehmetîyan hatine, wekî seqaya nebaş û rewşa ewlekarîyê ya sist, ku ev jî bûye sedema paşxistina karê wan.

Amerîka teknolojîyê pêşkêş dike jibo hilanîna çekên kîmyawî li ser keştîyeke Amerîkî, û herwiha alavên barkirin û veguhestina wan.

Hikûmeta Sûrî jî berpirsa barkirin û danîna materyalên kîmyawî ye bo keştîyên Norwicî û Danîmarkî da ku ji wir jî werin veguhestin bo keştîya Amerîkî. Kîmyawî dê paşê di nav deryayê de werin têkbirin.

Li Êlûna borî, Civata Ewlekarîya NY daxwaza hilanîna cebilxaneya çekên kîmyawî yên Sûrî kiribû, piştî ku welatên Rojava bepirsîya êrîşekê gaza jehrî li 21'ê meha Tebaxê kiribûn stûyê hikûmeta Esed. Di encama wê êrîşê de 1400 kesî li nêzîk Şama paytext hatibûn kuştin.

Jibo guhdarîkirina raporta dengî, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:15 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG