Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Stenbolê Mudaxaleyeke Tund li Jinên Kurd Kir


Li Stenbolê xwepêşandana salvegera yekê ya kuştina 3 jinên Kurd li paytexta Fransa Parîsê rastî mudaxaleyeke tund ya polîsan hat.

Xwepêşandan jibo protestokirin û daxwazên ronîkirina bûyera qetilkirina 3 jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji alîyê Meclîsa Jinan ya Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) ve li Taksîmê ber Lîseya Galatasaray destpê kir.

Jinên Kurd ligel Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Sebahat Tuncel û rêvebirên BDP’ê xwestin jiber Lîseya Galatasaray bimeşin balyozxaneya Fransa’yê.
Lê, polîsên Stenbolê bi guleyên plastîk, fîşekên rondikrêj û ava şid mudaxaleyî xwepêşenderan kir.

Di alozîya ku derket holê de, Hevserokê BDP’ê yê Stenbolê Emrullah Bîngul û rêvebirê BDP’ê Farûk Kaya jî di nav de gelek kes rakirin nexweşxaneyan.

Piştî belavkirina girseyê ji alîyê polîsan ve Hevseroka HDP’ê Sebahat Tuncel li cîyê bûyerê axaftinek kir.

Tuncel mudaxaleya tund şermezar kir û got, “Me yê bigota, ev ne tenê berpirsîya Fransayê ye herwiha tilîya dewleta Tirkîyê jî tê de heye ku dewleta navhev anku paralel jî ji wê bûyerê berpirsîyar e. Lê, dîyar bû ku dewleta navhev li vê derê ye û bi mudaxaleya tund ya li ser jinan xwe nîşanî me da.”

Dayikeke Kurd li dema xwepêşandanê ji Dengê Amerîka re da xuya kirin, jiber ku ew şirîkên kuştina 3 jinên Kurd in li vir jî nahêlin em wê kuştinkarîyê protesto bikin.

Alîkarê Hevserokê BDP’ê yê bajarê Stenbolê Erkan Karabey jî derheqê vê xwepêşandanê de agahî dan û got, “me dixwest bi awayekî aştîyane bimeşin ber konsûlxaneya Fransa’yê, lê polîsan ne hiştin em herin.”

3 kesên ku hatibûn binçav kirin, piştî hatin berdan dane xuya kirin, ew tenê jibo bikaranîna mafê xwe yê demokratîk li wir bûn, lê polîsan ew bê sedem desteser kirin ku heqaret jî li wan hate kirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:54 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG