Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demirtaş: Divê Hêza Kurdan ya Sîyasî û Dîplomatîk Bibe Yek


Hevserokê Partîya Aştî Demokrasîyê (BDP) Selahattîn Demirtaş, roja Yekşemê li Stenbolê bi nûnerên medya cîhanî re civîya.

Hevserokê BDP’ê li civîna rojnamevanî ku babetên girîng yên rojeva Tirkîyê û Kurdan nirxandin li ser pirsa Dengê Amerîka girîngîya Cenev 2’yê û civandina Kongreya Netewî ya Kurd jibo Kurdan daxuyanî dan.

Wî got, “Jibo serkeftinê lazim e hemû Kurdên dinyayê hêza xwe ya sîyasî û dîplomatîk bikin yek.”

Birêz Demirtaş da xuya kirin, “Em dibînin ku dema Kurdên Sûrîyê têne ba hev hêzên Rojhilata Navîn jî piştgirîya wan dikin. Hêvîdarim li demeke nêzîk welatên rojavayî jî bigihîjin wê astê ku êdî hew çavê xwe ji wan re bigirin.”

Hevserokê BDP’ê dîyar kir, “Heke Konferansa Cenev 2 jibo Kurdan bi serkeftî derbas bibe, bawerim ku wê rê li ber civandina kongreya netewî jî vebe. Lewma jî lazim e hemû bizavên sîyasî yên Kurd bêhtir bixebitin da ku konferansa yekîtîya xwe saz bikin.”

Demirtaş da zanîn, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jibo sazkirina yekîtîya Kurdan di nav hewildanê de ye ku di serî de YNK û partîyên din jî di vî warî de xwedî nêrîneke hevbeş in.

Hevserokê BDP'ê bal kişand ser rola Kurdistana Îraqê li ser Kurdistana Sûrîyê û yekîtîya Kurdan û dîyar kir, “Ez difikirim ku hebûna mînaka Kurdistana Îraqê jibo yekbûna Kurdan xwedî roleke girîng û taybet e.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:59 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG