Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Şerê Navbera Serhildayên Sûriyê de 700 Kes Hatîne Kuştin


Di şerê navbera komeleyên serhidayan de, nêzîkî 700 kes li neh rojên bihurî li bakûra Sûriyê hatîne kuştin, li gorî çalakvanan.

Her ji destpêka vê mehê vir ve, çekdarên ser bi Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê şerê çekdarên hejmareke komeleyên Îslamî dikin.

Rêxistina Sûrî ya Çavdêriya Mafên Mirovan radigihîne ku bi kêmî ve 697 kes di wan şeran de hatîne kuştin, ku 100 ji wan kesên sivîl in.

Ev tundtirîn şer û pevçûna navbera hêzên cûda yên serhildayên Sûriyê ye, her ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyê vir ve.
XS
SM
MD
LG