Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî roja Sêşemê serdana paytexta Herêma Kurdistanê kir, di çarçova serdana xwe de bo Îraqê.
Ban Kî-moon li kampa Kewir Gosik ya nêzîkî Hewlêrê, bi penaberên Sûrî re civiya.
Birêz Ban herwiha bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û karbidestên din yên Herêmê re kom bû.
Di peyamekê de, Neteweyên Yekbûyî ragihand ku birêz Ban sipasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir jibo mêvandarîkirina penaberên Sûrî. Birêz Ban herwiha daxwaz li Herêma Kurdistanê kir ku berdewam be li vekirina sînorên xwe li pêş penaberan.
Sekretêrê Giştî yê N.Y. roja Duşemê serdana Îraqê kir û li Bexdayê ligel Serokwezîr Nûrî El Malikî kom bû.
Ban Kî-moon yekemîn Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ye ku serdana Herêma Kurdistanê bike.