Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El Qayde Gef li Îran û Hizbullah Xwar


Komeleke ser bi El Qayde gef li Îran û Hizbullah xwar piştî mirina rêberê wê komeleyê li Libnanê.

Macid El Macid li meha bihurî ji layê arêtşa Libnanê ve hate binçavkirin. Piştî hingî, El Macid li nexweşxaneya leşkerî ya Beyrutê mir, li gorî karbidestên Libnanî.

El Macid, ku xelkê Erebistana Saudî bû, rêberê komeleya bi navê Ketayb Abdullah Ezzam ya ser bi El Qayde bû.

Ketayb Abdullah Ezzam ragihand ku El Macid ji layê Hizbullah ve hatiye kuştin.

Sunnî yên tundrê li Libnanê dibêjin ku çekdarên komeleya Hizbullah ya Şîe di rêza artêşa niştîmanî ya Libnanê de ne.
XS
SM
MD
LG