Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danûstandina Navokî ya bi Îranê re Hate Paşxistin


Hesen Ruhanî
Hesen Ruhanî
Ajansa navokî ya Neteweyên Yekbûyî radigihîne ku danûstandinên navokî yên bi Îranê re heta roja 8’ê Şûbatê hatine paşxistin.

Biryar bû ku li roja 21’ê vê mehê gereke nû ya danûstandinan birêve biçin.

Îran û şeş welatên mezin yên cîhanê li meha 11 ya sala bihurî li hev kirin ku Îran çalakiya navokî ya xwe sînordar bike û di hember de Amerîka û Yekîtiya Ewropî cezayên li dijî Îranê sivik bikin.

Serokê Îranê Hesen Ruhanî roja Sêşemê got ku rêkeftina meha 11 nîşan dide ku cîhanê daxwazên Îranê qebûl kir.
XS
SM
MD
LG