Mezintirîn Hevbendîya rikabera Sûrî li Stenbolê kom dibe jibo dengdanê li ser biryara dawî jibo beşdarîyê di konfiransê Jenêva 2 de.
Hevbendîya Niştimanîya Sûrî ketîye jêr sengîya Amerîka jibo amadebûna Konferansa aştîyê û pêkînana hikûmeta dema veguhestinê.
Rêberên dijberên rejîma Esed qayîl nebûne amadeyî konferansê bibin bêy sozên derxistina Beşar Esed ji desthilatê.
Li heman dem wezîrê derve yê Sûrî Welîd al-Mualim dibêje, wî nexşeyeke agirbestê li bajarê Helebê radestî Rûsîya kiriye û herwisa pêşnîyaza pevguhertina zîndanîyan digel serhildayan kiriye.
Bi alîyekê din ve, Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry hişdarî daye serokê Sûrî û dibêje, Amerîka ne bê bijare ye bo danana sengîyê li ser hikûmeta Esed heta pêgirtinê bi armancên Jenêva 1 bike.
Pêtir zanyarî di vê raporta deng de bibihîse: