Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kaya: Operasyona Gendelîyê Dijî Aştîya Kurd û Tirkan e


Orhan Kaya
Orhan Kaya
Endamê Hewildana Partîya Kurdistanî (HPK) Orhan Kaya ku yek ji damezirînerê Komela Şoreşgerî û Demokratî ya Kurd (DDKD) e, li dor operasyona gendelîyê rewşa sîyasî ya Tirkîyê dinirxîne.

Sîyasetvan Kaya, li ser gengeşîyên operasyona dizî û gendelîyê ji Dengê Amerîka re dîyar dike, “Jiber ku opozîsyona Tirkîyê ji deshilatiyê re ne amade ye, jibo dîzaynkirina Serokwezîr Erdogan bi hevkarîya hêzên hûndir û derve ev operasyon hatiye destpê kirin.”

Ew destnîşan dike, yên vê operasyonê pêk tînin herwiha li dijî aştîya navbera Kurd û Tirkan e ku berî niha jî xwestine pêvajoyê têk bibin da ku şerê çekdarî jinûve destpê bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:06 0:00
Direct link

Orhan Kaya bibîr dixe, operasyona gendelîyê bi koalîsyonekê pêk tê, lê jiber ku Serokwezîr Erdogan jixwe pê ve mafê jiyanê nade tu kesî her çiqas jê birînê bistîne jî wê bikare deshilatîya xwe bidomîne.

Sîyasetvanê Kurd, Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) bi hinceta ku ne vekirî û serbixwe ne rexne dike ku dibêje, “ger sîyaseta Kurd li şûna cemaetê li nêz Erdogan be, wê jibo berjewendîyên Kurdan çêtir be.”

Orhan Kaya yek ji damezirînerê Komela Şoreşgerî û Demokratî ya Kurd (DDKD) ye ku cara ewil li sala 1977’an hatibû damezirandin û piştî darbeya 1980’yî ya 12’ê Îlonê jî hatibû girtin.

Komele piştî 33 salan niha li Dîyarbekirê bi heman navî jinûve xebatên xwe didomîne û pêkhatên wê piştgirîyê didin Hewildana Partîyeke Kurdistanî.
Ew li ser vê hewildanê jî dide xuya kirin, ew ne berdewamîya tu bizaveke sîyasî ne, lê hewil didin ku li demên pêş bi navê partîyeke sîyasî ya Kurd xebatê bikin.

Orhan Kaya herwiha operasyona gendelîyê wekî tifaqa hêzên mîna Ergenekon a nav dewleta Tirk û cemaeta Fethûllah Gulen dinirxîne ku dide zanin, ew dixwazin ligel têkbirina serokwezîr Erdogan pêvajoya aştîyê jî têk bibin. Pirsa li Tirkîyê ne dizî û gendelî bixwe ye di rastîya xwe de şerê serdestbûna li nav dewlet ye ku yên ev operasyon dane destpê kirin herwiha dijberê aştîya Kurd û Tirkan e.
XS
SM
MD
LG