Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kampeyna "Ez Kurdistanî Me" Destpê Dike


Ciwanên Kurd di 19’ê mehê de li Swêdê kampeyna “ Ez Kurdistanî Me” didin destpêkirin.

Di çarçova kampeynê de malperek tê amadekirin ku bi sedan wêneyên kesên ku di deste wan rûpelên nivîsa “Ez Kurdistanî Me” hatine bilind kirin, pêk tê.
Hizra kampeynê ya Mêhvan Gara ye lê xebat û destpêkirina kampeynê de keda Heyam Çetinkaya jî zêde ye.

Mêhvan destnîşan kir armanca wan ewe ku hemî Kurd xwe yek bibinin û tenê cudahîya wan gund û bajarê wan be. Herdû ciwan anîn ziman sînorên ku Kurdan perçe kiriye, bûye egera perçebûna bîr û hêstan jî.

Mêhvan got "em Kurd bûne çar perçe lê ya girîng ewe ku bi karînên xwe em vê yeke qebûl nekin."

Mêhvan û Heyam dan zanîn gelek nivîskar û hunermendên Kurd bi dilxweşî beşdarê kampeynê bûne lê sîyasetvan û partîyên sîyasî pir xwe nedane ber. Herwiha dan xuya kirin jiber bandora neyênî ya civakê, jin jî pir nedixwestin beşdarê kampeynê bibin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:53 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG