Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sariyildiz: Kurd Neçin Cenev 2’yê Jî Wê Pergala Xwe Ava Bikin


Li Stenbolê jibo piştgirîya Kurdistana Sûrîyê û li Konferansa Cenev 2’yê gotûbêjkirin û misogerkirina mafên Kurdan xwepêşandaneke girseyî hate lidar xistin.

Xwepêşandan bi beşdarîya hezaran kesan roja Şemîyê li meydana navçeya Kadikoy ya Stenbolê pêk hat.

Parlemanterên BDP’ê yên Şirnexê Selma Irmak û Faysal Sariyildiz ku demek berê ji girtîgehê hatibûn berdan li vê xwepêşandanê amade bûn ku wan jî axaftin kirin.

Parlemanter Irmak ji Dengê Amerîka re da zanîn, “Rojava dîyarîya xwe îsbatkirina rêvebirîya Kurdan e ku jiber vê jî hêzên navnetewî naxwazin ev şêwaza rêvebirîyê li Cenev 2’yê were gotûbêj kirin.”

Parlemanterê BDP’ê Faysal Sariyildiz jî dîyar kir, hêzên navnetewî dixwazin dîsa Lozanekê li Kurdan ferz bikin, lê Kurd êdî ne Kurdên berê ne û bûne hêzeke mezin ya rêxistinî.

Birêz Sariyildiz bal kişand ser xwepêşanadanan û got, “piştî vê piştgirîya xurt êdî Kurd neçin Cenev 2’yê jî wê bikarin pergala xwe ya sîyasî ava bikin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:57 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG