Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Paşeroja Esed Jêknegirtinan li Konferansa Sûriyê Zêdetir Dike


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yêkgirtî Ban Kî-moon konferanse Montreux destpêkir û got peydakirin çareyeke bi aştî bo kêşê dê gelek bi zehmet be, lê amedebûne nûnerên Sûrî li konferansê hîviyê dide.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry got ji ber ku hikûmet û opozisyon li ser paşeroja Esed jêknegirtin hene, rêber Sûrî nikare bibe pişkek ji hikûmeta veguhastina desthilatê li Sûriyê

Wezîrê Derve yê Sûrî Walîd al Moallem gote Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry ku tenê gelê Sûrî maf heye ku serokê xwe helbijêre. Wî welatên cîran tawanbar kirin ku bi hinartina çek û şerkeran yê xwe têkelî şerê navxwe li wî welatî diken.

Kombûna roja Çarşembî derfetê dide nûnerên amade ku danûstandian li ser bizavên aştîyê biken berî danûstandinên roja Înê li Jinêvê ku tenê alîyên Sûrî û nûnerê Neteweyên Yêkgirtî û Komkara Erebî Lexdar Brahîmî dê pişkdar bin.

Kêşeya Sûriye li meha sê Adara sala 2011 destpêkir berî ku xwenîşandanên bi aştî bûne egera şerekê navxwe ku NY dibêje ew şer bu egera kuştina zêdetir ji 100,000 kesan û derbiderbûna nêzîkî 9 milyon kesan.
XS
SM
MD
LG