Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl: Planeke el Qayîde jibo Armanckirina Balyozxaneya Amerîkî


Îsraîl dibêje, wê du Filestînî li rojhilata Orşelîmê girtine ku plan dikirin zincîreke teqîn bi navê rêxistina el Qayîde pêk bînin. Di nav armancên wan, balyozxaneya Amerîkî li Tel Evîv bû, wekî karbidestên Îsraîl dibêjin.

Ajansa Îstaxbaratên Îsraîlî Shin Bet got ku bergumanekî din ji bajarokê Jenin yê Kenara Rojava hate binçavkirin, li ser gumanên avakirina xelekeke el Qayîde li Kenara Rojava.

Shin Bet got ku van kesan plan dikirin navenda civînînan ya navneteweyî li Orşelîmê û revandina leşkerên Îsraîlî jî ji xwe re bikin armanc. Ajansê herwiha got ku plankirina grûpê ketibû qoxanên xwe yên dawî de, berî ku hersê kes berî çend hefteyan werin girtin. Li gorî hate ragihandin, ew kes bi rîya malpera Facebookê û xizmeta înternetê ya Skype ji alîyê Kerta Xeza ve hatine amadekirin.

Wezareta Derve ya Amerîka roja Çarşemê got ku ew ligel desthilatdarên Îsraîlî derbarê van planan axivî ye, lê berdevka wezaretê Marie Harf bêtir agahî di vê derbarê de neda.

Berdevkekî grûpa mîlîtan ya Hamas, Samî Ebû Zuhrî, ev îdîayên Îsraîlî red kir. Wî ji ajansa Reuters ya nûçeyan re got ku “Facebook ne toreyeke Hamas e.” Wî herwiha Îsraîl bi bikaranîna van planên îdîakirî wekî behane jibo êrîşên vê dawîyê li ser Xezayê, tawanbar kir.
XS
SM
MD
LG