Karbidest û mezinên gundekî Pakistanî li ser sînorê Afganistanê dibêjin, bi hezaran xelk revîyane piştî ku êrîşên asmanî vê hefteyê li çend veşartgehên mîlîtanan dan û di encama wê de bi dehan kes hatin kuştin.
Hêza asmanî ya Pakistanê êrîş li herêma Bakurê Wezîristan destpê kirin piştî ku grûpa Talîban berpirsîya xwe hember êrîşên kujer li dijî hêzên ewlekarîyê li wir eşker kir.
Latîfur Rehman, berdevkê rêvebirîya herêmî ya bobelatan, roja Şemîyê got ku êrîş bûn sedema ku 6 hezar malbat ji malên xwe birevin, lê nuha nîvê wan vegerîyane malên xwe.
Rêberekî êlî yê navdar, Gul Salih Xan jî got ku xelkên ji Bakurê Wezîristan hîn jî ji gund, bajarok û bajaran wê deverê direvîyan.
Pakistanê çend êrîş li dijî Talîbanê li hinek deverên êlî pêk anîne, lê herêma Bakurê Wezîristan heta radeyekê aram mabû.