Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Teqînên Îraqê de Çend Kes Hatin Kuştin


Polîsên Îraqê dibêjin di teqînên çend otombîlên bombkirî de li nav û li dewrûberên paytextê Îraqê bi kêmî ve 13 kes hatin kuştin.

Du ji wan teqînan li bajarê Mahmoudiya nêzîkî 30 kîlometran başûra Bexda qewmîn, ku 8 kes kuştin. Li teqînê bomban li rojhilat û bakûra paytextî pênc kesên din hatin kuştin.

Li rojava Bexda, polîsan termên sê zelam û jinekê dîtin ku li gor gotina karbidestan nîşanên eşkencedanê li ser diyar bûn, ku li gor raportan teqe li serê wan hatibû kirin.

Roja Dûşembî, Wezareta Berevaniyê ragehand ku şivêdî li kiryarên leşkerî li parêzgeha Anbar 57 çekdar hatin kuştin. Eve pitire ji mehekê ku hêzên hikûmetê bi alîkariya çekdarên eşîretan yê şerê çekdarên ser bi el Qayde dikin.
XS
SM
MD
LG