Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kargehên Kurdên Sûrî li Stenbolê Zêde Dibin


Bi vekirina kargehên penaberên Sûrîyê re li Stenbolê Sûrîyeke biçûk ava dibe.

Li van kargehên piranî wekî restoran kar dikin, xwarin û vexwarinên Sûrîyê têne çêkirin ku gelek penaber pê debara xwe dikin.

Ligel hemû astengîyan van demên dawî li Stenbolê kargehên ku welatîyên Sûrîyê wan dixebitînin her diçe zêdetir dibin.

Piranîya van kargehan li ser xwarin û vexwarinê ne ku restoranên xwe jî bi navên mîna; Şam, Heleb, Hums û Qamişlo binav dikin.

Hemwelatîyên Sûrî li van restoranan dema kar dikin jibo dûrî rûdan û geşedanên li Sûrî diqewimin nemînin jî li TV’yên Kurdî û Erebî jî temaşe dikin.

Xwedîyê restorana bi navê ‘Xwarinên Sûrîyê’ Cemîl Xelîl ku Kurdekî ji Efrînê ye ji Dengê Amerîka re sedema vekirina vê kargehê rave dike û wiha dipeyive:

“Wekî Kurdên Sûrîyê ji berê ve serê me hildayî ye, em li derveyî welatê xwe jî serê xwe natewînin û karê xwe bi xwe dikin.”

Cemîl Xelîl dide zanîn, ji xeynî hemwelatîyên Sûrî Kurdên Tirkîyê jî hînî xwarinên wan bûne ku gelek kesên Dîyarbekirî, Batmanî, Rihayî û heta yên Tirk jî tên li cem wan nan dixwin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:41 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG