Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gera Duyê ya Cenev 2 Destpê dike


Hamîd Haj Derwêş
Hamîd Haj Derwêş
Desteyên danûstandina yên rijêm û rikaberîya Sûrî li Cenev ne bo gera duyê ya danûstandinên aştîyê.

Pêşvenêrê Neteweyên Yekbûyî û Komkara Erebî Lexder Îbrahîmî îro Dûşem civînên cuda digel nûnerên herdû layenan kirin.

Cudahîya mezin li ser pêkînana hikûmeta demê veguhastinê ye û herwisa gihandina alîkarîyên mirovanî bo nav dever û bajarên dorgirtî û şer têde.

Li heman dem Wezîrê Derve yê Fransî Laurent Fabius dibêjit, welatê wî pêşnivîsa biryareka nuh ya Civata Ewlehîya N.Y amade dike bi mebesta alîkarîya bilezxistina gihandina xwarin û dermana bo deverên şer lê dibin.

Ev ragihandin piştî derketina 600 kesan bu ji deverên jêr destê serhildayan li bajarê Homs yê duhî Yekşem.

Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka endamê desteya rikaberîyê Ebdulhamîd Hac Derwêş, Sekreterê Giştîyê Partîya Demokrata Pêşverû got, em dixwazin pêkînana hikûmeta demê veguhastinê babetê yekê yê acendeya danûstandinan be.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna Dexîlê Şemo digel birêz Derwêş failê deng dagire.

Hevpeyivin digel Ebdulhamîd Hac Derwêş
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:36 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG