Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê TUAD’ê: Biryara Azadnekirina Girtîyên Nexweş Sîyasî ye


Komela Hevgirtina Malbatên Girtîyan (TUAD) bi mebesta azadkirina girtîyên nexweş li Stenbolê çalakîyeke protestoyî lidar xist.

Li xwepêşandana ku roja Înê li ber Sazîya Tiba Edlî ya Stenbolê pêk hat, malbatên girtîyan ji hikûmeta AKP’ê daxwaz kir, “berîya ku rûdanên nexweş li girtîgehan biqewimin li demeke zû girtîyên nexweş werin berdan.”

Malbatan da xuya kirin, jibo pêvajoya aştîyê zirarê nebîne divê Wezareta Dadê ya Tirkîyê karmendên Sazîya Tiba Edlî ku bi raporên xwe dibin asteng ji berdana girtîyên nexweş re ji kar bavêje.

Serokê TUAD’ê yê tayê Stenbolê Recep Belek, ji Dengê Amerîka re wiha axifî:

“Biryarên li ser azadnekirina girtîyên nexweş sîyasî ne û hiqûq hatîye binpê kirin. Gelek girtîyên nexweş bi xeterîya mirinê re rû bi rû ne û ligel hemû hewldanan jî ew nayên azad kirin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:33 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG