Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girjîya li Ukrayna Zêdetir Dibe


Bi hezaran xwepêşandêrên Ukraynî yên dijî hikûmetê îro Çarşemê jî li meydana serekî ya Kîevê protestoya xwe didomînin.

Di encama pevçûnên dijwar yên navbera xwenîşandêr û polîsan de, herî kêm 25 kes do Sêşemê hatibûn kuştin.

Çavdêr dibêjin, bûyerên dawî tundîya herî xirab e, di nav xwepêşandanên sîyasî yên dijî hikûmetê de.

Serokê Ukrayna Viktor Yanukovych, jiber tundûtûjîyê opozîsyon tawanbar kir.

Wî got, bizavkarên ku bang li xwenîşndêrên din dikir ku çekan ligel xwe bînin prensîbên demokrasî avêtin bin lingan û divê ew rûbirûyê cezayên qanûnî bin.
XS
SM
MD
LG