Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alozîya li Ukrayna Didome, Dehan Kuştî Hene


Dîdevan li Ukrayna dibêjin, herî kêm 33 kes di pevçûnên navbera xwenîşandêrên dijî hikûmetê û polîsan de hatine kuştin, piştî ku Serok vistor Yanukovych rêkeftina bi rêberên opozîsyonê ragihand.

Doktorên ku bi xwenîşandêran re dixebitin, îdîa dikin ku pirtir ji 70 kes di tundûtûjîya îro Pencşemê de hatine kuştin.

Tê ragihandin ku hinek ji wan kesan ji alîyê sekwanên hikûmetê ve, ji dûr ve hatine kuştin.

Qesra Spî îro bi daxuyanîyekê got,dîmenên ku ji Ukrayna yên nayên qebûl kirin ku hêzên ewlekarî gule dibarînin ser xwenîşandêran.

Qesra Spî bang li Yanukovych kir ku hêzên ewlekarî bikşîne û rêze li mafê xwepêşandêran nîşan bigire.
XS
SM
MD
LG