Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kişanak: Şaredarîya Dîyarbekirê Rûmet û Serbilindîyeke Mezin e


Gultan Kişanak: Amed jibo çar perçê Kurdîstanê paytaxt e. Bajarekî pir girîng e û şaredarîya Dîyarbekirê jibo min rûmet û serbilindîyeke mezin e

Hilbijartinên rêvebirîyên herêmî, di 30'ê Adarê de li Tirkîyê pêk tê. Mafê 27 partî heye ku tev li hilbijartinê bibin.

Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) jî yek ji wan partîyan e ku beşdarî hilbijartinan bibe. BDP bi sîstema hevseroktîyê dikeve hilbijartinê anku jibo her bajarvanîyê divê du rêvebir hebin.

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak û Parêzer Firat Anli, berbijarên hevserokên Şaredarîya Bajarê Mezin yên Dîyarbekirê ne.

Gultan Kişanak ji Dengê Amerîka re behsa plan û projeyên partîya xwe kir.

"Amed jibo çar perçê Kurdîstanê paytaxt e. Bajarekî pir girîng e û şaredarîya Dîyarbekirê jibo min rûmet û serbilindîyeke mezin e."

Kişanak dibêje, hikûmeta AKPê xwest bi destê Cemaata Gulen Kurdistan bigire destê xwe. "Jiber nîmetên desthilatê, AKP û Cemeeta Gulen bihev ketin. Eşkere bû ku her du jî diz in."

Hevseroka BDP'ê derbarê Pêvajoya Çareserîyê jî wiha axifî:

"Parlamantoya Tirkîyê şev û roj jibo serokwezîr û zarokê wî û derdora wî qanûnan derdixe. Lê, jibo dewamîya pêvajoyê, jibo aştîyê ti qanûn dernexist, loma jî ev pêvajo xetimîye."

Hevpeyvin_Gultan Kişanak
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:41 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG