Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mele Mistefa Barzanî li Dîyarbekirê Hat Bîranîn


Platforma Demokratên Kurd (PDK) li Dîyarbekirê, jibo bîranîna Mele Mistefa Barzanî bernameyek berfireh lidar xist.

Di bernama bîranînê de Serokê Platforma Demokratên Kurd Sertaç Bucak got "Felsefe û sîyaseta Mele Mistefa welatperwerî, aştîya navxweyî û welatê cîranan bû."

Derweşê Sedo jî got Melle Mistefa okyanusê Kurdan bû.

Endamê Serkirdeya Partî Demokrata Kurdistan (PDK) Dr.Cafer îbrahîm Emînkî jî got Melle Mistefa di wijdana gele Kurd de dîrokeke zindî ye.

Profesor Kadri Yildirim jî di gotara xwe de behsa Wesîqeya Duhokê û hewildanên Mele Evdilselam Barzanî kir ka çawa jibo yekîtî û mafê Kurdan tekoşînê kirîye.

Dr. İsmaîl Beşikçî jî behsa jîyan û tekoşîna Mele Mistefa kir û got "Tevî tekoşîna ewqas sal in ku Kurd didin, divê ew bipirisin çima hemî welatên cihanê dijî avabûna Kurdistanê ne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:29 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG