Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Saudî, Behreyn û Mîrgehên Yekbûyî Balyozên Xwe ji Qeterê Vedikêşin


Civîna Welatên Civata Hevkarîya Kendavê jibo Qeter.
Civîna Welatên Civata Hevkarîya Kendavê jibo Qeter.
Erebistana Saudî, Behreyn û Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb dibêjin, wan balyozên xwe ji Qeterê daxwaz kirine jiber ku hikûmeta Qeterî nikarîbû rêkeftineke ewlekarî ya li nav Civata Hevkarîya Kendavê bicî bîne.

Di daxuyanîyeke hevbeş de roja Çarşemê, hersê welatan gotin ku Qeter berî sê mehan rêkeftinek îmze kir, lê “karên ne pêwîst” kirine.

Daxuyanîyê got ku wezîrên derve yên şeş welatên endam yên Civatê roja Sêşemê civîyan da ji Qeter re girîngîya vê peymanê tekez bikin. Bêyî ti pêşketin, Erebistana Saudî, Behreyn û Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb biryar standin ku balyozên xwe ji Qeterê vekişînin da ku “ewlehî û aramîya welatên xwe” biparêzin.

Hinek pisporên herêmî bawer dikin biryara vekêşana balyozên hersê welatan ji Qeterê jiber piştgirîya vî welatî bo rêxistina Îxwan el Muslimîn hatiye.

Daxuyanîya Civata Hevkarîya Kendavê dibêje, hersê welat Qeter wekî beşekî girîng ji civatê dibînin, lewra ew hêvî dikin ku Qeter gavên demûdest bavêje da ku rêkeftinê bicî bîne.
XS
SM
MD
LG