Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Cezayên Nû Datîne Ser Yanukovych û Karbidestên Berê


Yekîtîya Ewropa mal û mulkên 18 karbidestên bilind yên karbidestên berê yên hikûmeta Ukraynî cemidandin.

Yekîtîya Ewropa dîyar dike ku di nav wan kesan de serokê ladayî Viktor Yanukovych jî heye.

Hevalbendîya 28 endamî do şev giheşte biryareke ku wan kesên ku dizî û talan kirine, ceza bike.

Kurê birêz Yanukovych, wezîrê wî yê berê yê dadê û çend wezîrên herwiha di nav 18 kesan de hene.

Yanukovych meha borî ji Ukrayna revîbû, piştî ku xwepêşandanên dijî destpê kiribûn.

Xwenîşandêrên dijber li seranser welêt biryara wî ya îmzakirina wergirtina paketa alîkarîya aborî jiu Rûsya protesto dikirin.
XS
SM
MD
LG