Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Em dê Piştevaniya Biryara Kirim bikin heke li Referandûmê Biryar bide bibe Beşek ji Rûsya


Piştevanên Rûsya li nêzîkî bingehekê leşkerê Ukrayna kombûne.
Piştevanên Rûsya li nêzîkî bingehekê leşkerê Ukrayna kombûne.
Serokê Civata Jorîn ya parlemanê Rûsya (Valentina Matviyenko) dibêje qanûndanerên Rûsî dê piştevaniya biryara herêma Kirim bikin heke ew herêma Ukraynî li referandûmê biryar bide ku bibe beşek ji axa Rûsya.

Li heman dem, hikûmeta demî ya Ukraynî bizava Kirim red kir ku ji Ukrayna cuda bibe. Serokwezîrê Ukrayna Arseniy Yatsenyuk roja Înê got “ çi kes li cîhana sivîl” pênasînê bi encamên referandûmeke wiha li wê herêmê nake.

Têkelîyên Ukrayna û Rûsya gelek têkçûne piştî ku hêzên Rûsy berî heftîyekê derbazî nîvgirava Kirim bûyn.

Serokê Amerîka Barack Obama roja Pêncşembî bi telefonê digel Serokê Rûsya Vladimîr Putîn peyvî. Seraya Spî dibêje ku rêzdar Obama gote rêzdar Putîn ku hebûna hêzên Rûsya li Kirim zêdegavî ye li ser yekîtîya axa Ukrayna. Kremlin dibêje ku rêzdar Putîn hikûmeta nû ya Ukraynî ya ser bi Rojava bi hikûmetek narewa da nasîn, û got Rûsya nikare ku pûte bi daxwaza alîkariyê ji alîyê rojhilat û rojava Ukrayna yên ser bi Rûsya neke.

Serokwezîrê Ukrayna Yatsenyuk roja Înê got hikûmeta wî “amede ye ku têkelîyên xwe digel Rûsya carek din ava bike.” Lê got pêdivî ye ku Rûsya hêzên xwe vekşîne, û rêkeftinên xwe digel Ukrayna cibicê bike û piştevanîkirina cudaxwazan li Kirim rawestîne.
XS
SM
MD
LG