Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leyla Zana: Jibo Qewm Hevdu Nexwin, Şirîkatî Ferz e


Parlamentera Serbixwe ya Diyarbekirê Leyla Zana, jibo piştgirîyê bide xebatên hilbijartinên şarevanîyê yên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) hate Stenbolê.
Xanima Zana li bernameya pêşwazîkirinê ku beşdarî vekirina nûnertîyeke HDP’ê li navçeya Pendîkê bû daxuyanî dan.

We li destpêka axaftina xwe bal kişand ser koçberîya ji neçarî ya Kurdan ku da xuya kirin, bi saya xebatên tevgera sîyasî ya Kurdan pêkhatên din yên civaka Tirkîyê jî êdî doza mafê xwe dikin. Xanim Zana destnîşan kir, êdî Kurd hem li Rojhilata Navîn hem jî li Tirkîyê pêşengîya demokrasîyê dikin.

Sîyasetvana Kurd, damezirandina HDP’ê wekî tovê bihevrejiyanê yê li ser axa Tirkîyê nirxand û got, ‘jibo qewm hevdu nexwin şirîkatî ferz e.’ Wê îdia kir, HDP her çiqas niha li asta destpêkê be jî ne dûr e li hilbijartineke din bibe şirîkê deshilatdarîya Tirkîyê.

Jibo guhdarîkirina rapora peyanmêrê Dengê Amerîka Salîh Toran, failê deng dagire;

Leyla Zana:Sirîkatî Ferz e
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:55 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG