Bi hezaran Jinên Dîyarbekirê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li Qada îstasyonê pîroz kirin.
Hevseroka Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Gultan Kişanak, Parlamentera BDP'ê ya Dîyarbekirê Nursel Aydogan û Hevseroka BDP'ê ya Dîyarbekirê Zubeyde Zumrut li ser girîngîya rojê axivîn.
Hevseroka BDP'ê û berbijara şaredarîya Dîyarbekirê Gultan Kişanak kuştina Sakîne Cansiz û hevalên wê bibîranî û got " Hêzên tarî jiber ku ji şoreşa jinên Kurd tirsîyan, hevalên me qetil kirin." Kişanakê got ew dizanin ku tilîya hikumetê, cimeeta Gulenî û MÎT'a Tirkiyê di nav van kuştinan de heye.
Ji Partîya Çareserîya Demokrata Kurdistan, ji Partîya Niştimana Kurdîstanê û ji Tevgera Goranê jin jî beşdarê pîrozbahîyên Dîyarbekirê bûn û li ser navê partîyên xwe silav dan.