Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Xwepêşandan Berdewam Dikin


Piştî rakirina cenazeyê Berkîn Elvanê ku roja Çarşemê li Stenbolê bi beşdarîya girseyên mezin pêk hat, di xwepêşandanên li seranserê Tirkîyê rûdan de 2 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li Stenbolê bi taybet piştî merasîma cenazeyê hin grubên xwestin bimeşin Taksîmê li çend deverên cuda rastî mudaxeleyên polîsan hatin ku roja Çarşemê heta derengîya şevê jî alozî berdewam bû.

Li Okmeydani ya Stenbolê ku cenazeyê Berkîn ji wir hatibû bi rê kirin, danê êvarê xortekî 22 salî bi navê Burak Can Karamanoglu bi guleyan hate kuştin.

Dihat ragihandin ku piştî pevçûna grubên dijber ew xort hatiye kuştin, lê bavê Burak îro Pêncşemê da xuya kirin, ti pevçûneke çênebûye û kurê wî bi gulereşandina kesên nediyar hatiye kuştin.

Protestoyên piştî mirina Berkîn Elvan li gelek bajarên Tirkîyê jî hîna cî bi cî berdewam dikin.
Li bajarê Dersîmê polîsekî 30 salî bi navê Ahmet Kuçuktag, li dema mudaxeleya xwepêşanderan li nav erebeya ku tê de bû jiyana xwe ji dest da.

Her ku dihat ragihandin, polîsê navborî jiber bandora gaza îsotê miriye jî, parêzgerê Dersîmê Hakan Yusuf Guner ragihand, bêyî ti mudaxaleyek pêk hatibe, ew jiber nerehetiyeke lê peyda bûye wefat kiriye.

Li bajarê Îzmirê jî li dema protestoyekê polîsekî bi kaska serê xwe xwepêşandarek birîndar ku dîmenên vê rûdanê li tora medyayî belav bûn.

Walîyê Îzmîrê Mustafa Toprak, piştî belavbûna dîmenan li ser twitterê belav kir ku derbarê wî polîsî de lêpirsîn hatiye destpê kirin.

Her çiqas karbidestên hikumetê û partiyên opozîsyonê ji bangên aramîyê dikin jî hîna xwepêşandan berdewam dikin û li hin deveran jî rastî mudaxeleyên tund yên polîsan tên.
Dîsa li dema xwepêşandanên ku piştî merasîma cenazeyê Berkîn Elvan, li hin navçeyên Stenbolê çend nûnertîyên hilbijartinê yên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) rastî êrîşa hin gruban hatin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:59 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG