Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerên Rejîma Sûrî Derbasî Yebrud Dibin


Hêzên rejîma Beşar El Esed roja Yekşemê derbasî bajarê Yebrud bûn, piştî çend rojên şerên giran li dijî hêzên serhildayan.

Çalakvanên dibêjin ku şer û pevçûn li Yebrud berdewam in, lê belê medyaya rejîma Esed radigihîne ku artêşa Sûrî piraniya beşên wî bajarî kontrol kirin.

Di şerê Yebrud de, hêzên komeleya çeldarî ya Hizbullah ya Libnanî piştgirîya rejîma Esed dikin.

Ev şer di demekê de ye ku krîza Sûriyê derbasî sala çarê dibe.
XS
SM
MD
LG