Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

26-emîn Salvegera Komkujiya Helebce


Roja Yekşmê, 16ê Adarê, 26 sal bi ser êrîşa li dijî bajarê Helebce bi çekên kîmyawî derbas dibe.

Bi helkefta salvegera êrîşa Helebce, merasîmên taybet roja Yekşemê li Kurdistanê birêve diçin û gelê Kurd li seranserê herêmê jibo pênc deqîqeyan bêdegn rawestiyan.

Di 16ê Adara 1988ê, rejîma diktator Seddam Husên bi çekên qedexekirî êrîşa bajarê Helebce li Kurdistana Îraqê kir.

Di wê êrîşê de nêzîkî 5,000 jin, mêr û zarok hatin kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûn.
Pismamê Sedam Husên, Elî Hesen El Mecîd rêberatiya wê êrîşê kir û bi navê ‘Elî Kîmyawî’ navdar bû.

Elî Kîmyawî li sala 2006ê bi tawana komkujiya Kurdan û tawanên din hate dadgehkirin û li sala 2010ê hate îdamkirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:36 0:00
Direct link

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:24 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG