Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Rûsî li Kirim Dest bi Ser Kamîrayên Dengê Amerîka Digirin


Hêzên Rûsî li Kirimê.
Hêzên Rûsî li Kirimê.
Hêzên Rûsî bingehên dawî yên artêşa Ukraynayê li herêma Kirimê kontrol dikin.

Leşkerên Rûsî û piştevanên wan roja Şembî êrîşa bingehên leşkerî yên Ukraynayê kirin, rojekê piştî Moskovayê bi fermî Kirim kire beşek ji axa xwe.

Dîdevan dibêjin ku leşkerên Ukraynî xwe teslîmê hêzên Rûsî dikin.

Hêzên Rûsî heriwha dest bi ser kamîrayên tîma rojnamevanên Dengê Amerîka û ajansên din yên medyayê girtin.

Di beroka siyasî de, wezîrê derve yê Almanyayê Frank-Walter Steinmeir li paytexta Ukraynayê got ku Rûsya dîsa bizavê dike ku Ewropayê dubeş bike.
XS
SM
MD
LG